Çapemeniya Tirk a nezî hikûmatê AKP’ê axaftina Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan a li Konseya Ewropayê (Pace) pîroz dike.
Ev axaftin ji aliyê gelek çavdêran wek axaftinêke ‘dîrokî’ hat pejirandin.
Lê ne ku Erdogan axaftinêke ‘dîrokî’ kiribû; tam berovajî heta dema axaftina Erdogan tu kesêkî li gel endamên Konseya Ewropayê wek Erdogan bêteşe, serobero û kêmxistî neaxifiyabû.
Wek tê zanîn Konseya Ewropayê ji YE’yê azade û li ser pirsgirêkên gelemperî ya Ewropayê radiweste.
Axaftina Erdogan ji aliyê partiyên rast û çep heta populistan, ji aliyê hemû nûnerên ku amadebûn hat şeremezekirin.
Parlamenterêk li dijî hêrişên Erdogan yên hember Fransayê derket û şîrêtê xwe li hember îdîayên Erdogan ên li ser azadiya olan li Tirkiyê diyar kir.
Piştî ku Erdogan zanîbû ku ev parlamenter Fransiz e keniya û got: „Cem me dibejin ku tu li beramber Tirkiyê Fransiz mayî.“
Dixwest bibeje ku, ev xanim tu tiştî nizane.
Paşê derket ku ev xanima ku ji aliyê medya jî hatîbû piçukxistin û Erdoǧan henekên xwe pêkirin: Xanim Marland-Millitello bû.
Wek hevala wê ya Parlamena Ewropyaê Jean-Claude Mingon dibeje, çavkaniya Millitello ji Tirkiyê tê bi xwe Orientologe û pirsgirêka heremê jî ji pir kesan baştirîn dizane.
Konseya Ewropayê dixwaze bi Tirkiyeyê re têkilî çeke û komisyonêkê ji bo kolandina rewşa girtiyan bişîne Tirkiyeyê.
Wek tê gotin li Tirkiyeyê 26 rojnamevan girtî ne.
Lê Erdogan di axaftina xwe ya roja Çarşemê de îdîa kir ku ev kes ne ji ber ramanên xwe; ji ber têkiliyên xwe bi rexistinên terorist re di girtîngehan de ne.
Erdogan di bersîva xwe de got ku: „Sûcdarkirin li ser sansûr û pelişandina medyayê li gor realîteyê nîn in.”
Lê herkes dinzane ku li Tirkiyeyê li hember dehan rojnamevanan rêya dadgehê hatine vekirin.
Ev rojnamevan „ji ber ku têkiyên wan bi rexistinên terrorist re hene“ tên tawanbarkirin û heqê wan de cezayên bilind tê xwestin.
Di heman demê de tê gotin ku ev rojnamevan di nav plana têkbirina hikûmata Erdogan de ne û li derbeyan digerin.
Konseya Ewropayê dixwaze azadiya çapemeniyê li Tirkiyê bi kurahî lêbikole.
Li gor ramanên Sekreterê Rexistinên Komaran Thorbjorn Jagland; divê girtina çend rojnamevanan were kolandin û li ser sedemên girtinan were rawestandin.
Erdogan bi axaftin û hêrîşên xwe de giliyên xwe li ger hêzên ku nehatin binavkirin anî li ser ziman û daxwaza endambûna welatê xwe ya YE’yê di demêkî nezik de kir. Lê heta îro jî kesî fehm nekir ku çima Erdogan bi axaftina xwe ya populist dostên xwe jî xeyîdandin û rê li ber endambûna Tirkiyê xist nav xeteriyê.
Li gor îdîayên Erdogan Tirkiyê ji krîza aboriyê ya global filitiye û mezinbûna aboriya Tirkiyê di sala 2010’an de ji sedî 8,9’ê û ev hejmar ya herî bilind li Ewropayê de ye. „Hevcedariya Tirkiyeyê bi Ewropayê re; an jî hewcedariya Ewropayê bi Tirkiyê re heye?”
Lê dive mirov ji Erdogan bipirse; çima li Tirkiyeyê hîn jî girtiyên polîtîk hene? Çima baraja hilbijartinê îro jî sedî 10’e. Çima zarok tên girtin?
Çima mafê mirovan tên binpêkirinê?
Çima zimanê Kurdî ne zimanê perwerde ye? Çima nasnama Kurdî hîn jî ne serbest e?
Çima demokrasî pêşva naçe?
Birêz Erdogan: Divê hîn pir av biherikin, berê ku mirov li gel Konseya Ewropayê carêkî din biaxife…